Sazîya Alîkarîyê ya Navteweyî IHO EBRARa ku navenda wê li Almanyayê ye bi alîkarîyên ku li Qonyayê kir rûyê êtîman kenand û wan dilşad kir.
Ferît Akkuşê ku li Qonyayê dildarê IHO EBRARê ye di derbarê alîkarîyên ku hatine kirin de wiha destnîşan kir : “Me alîkarîyên ku ji teref IHO EBRARê ve hatine şandin ji êtîmên Qonyayî re gihand. Em berdewama van alîkarîyên ku tên kirin hêvî dikin.”
Akkuş di dawîya axavtina xwe de ji kesên ku di kirina van alîkarîyan de cih girtîne û ji kesên ku ji van alîkarîyan re bûne wesîlê re teşekur kir.(ÎLKHA)