Wezareta Karên Derve ya Emrîkayê di daxuyanîya ku da de ragihand ku mûşekên Patriotê yên ku vê cotmehê wextên wan bi dawî dibin ew ê bên vebikişandin.
Di daxuyanîya hevpar a ku ji teref Wezareta Karên Derve û Balyozxaneya Enqerê ya Emrîkayê ve hatiye dayîn de hat ragihandin ku mûşekên Patriotê yên ku vê meha cotmehê wextên wan bi dawî dibin ew ê ji Tirkîyeyê bên vekişandin.
Di daxuyanîya ku hatiye dayîn de hat ragihandin heger hewcîtîya Tirkîyê bi mûşekên Patriotê bibe Emrîka cardin di nava heftîyekê de tevlî mûşekên Patriotê ew ê li Tirkîyeyê hazir bin.(ÎLKHA)