Li nêzî gundê Hacilara Kanîreşa Bîngolê dema ku erebeya eskeran derbas dibû ji teref PKKyîyan ve êrîşa mayînî hat kirin. Di êrîşa ku hat kirin de 1 binefserek û 2 çawîşên pîspor jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di êrîşê de 6 esker jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane Binefser Muhammed Gurlek li nifûsa Osmanîyê, Çawîşê Pîspor Haşîm Dîrlîk li nifûsa Balikesîrê û Çawîşê Pîspor Musa Saydam jî li nifûsa Kirikkalê qeyidkirîne.

Hat ragihandin eskerên ku di êrîşê de birîndar bûbûn bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Bîngol û Kanîreşê.
Hat hînbûn ku piştî êrîşê şer derketîye û hê jî didome.(ÎLKHA)