Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin duh êvarî komek PKKyî bi çekên lûle dirêj li gundê Yenîyaziya Dara Hênî êrîşî qeraqolê kirin. Ji ber êrîşê di navbera esker û PKKyîyan de şer derket. Di şerê ku derket de Çawîşê Pîspor ê binavê Ridvan Çakir birîndar bû.

Çawîşê Pîspor ê ku di êrîşê de   birîndar bûbû bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.

Her wiha hat ragihandin piştî êrîşa ku li qeraqolê hatiye kirin li heremê operasyon dest pê kirine.(ÎLKHA)