Îro di derdora seat 08.00an de li Farqîna Diyarbekirê ji teref PKKyîyan ve êrîşa çekdarî li Midûrîtîya Ewlekarîyê hat kirin. Di êrîşa ku hat kirin de 2 pîrêkên ku ji cihê bûyerê derbas dibûn birîndar bûn.
Hemwelatîyên derdorê her 2 pîrekên ku di dema êrîşê de birîndar bûbûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.
Her wiha hat ragihand duh êvarî jî li Taxa Tekelê PKKyîyên ku xendekan dikolan bi çekên lûle dirêj bi polêsan re şer kirine.(ÎLKHA)