PKKyîyan êrîşî helîkoptera eskerî ya Skorsky kirin, di êrîşa ku hat kirin de eskerek jiyana xwe ji dest da û eskerek jî birîndar bû.

Li gor  agahîyên ku hatine bidestxistin helîkoptera eskerîyê ya ku eskerên ku diçûne îzne û yên ku eskerîya xwe xelas kiribûn dibire Şirnexê leqayî êrîşa PKKyîyan hat. Di êrîşa ku hat kirin de eskerekê navê wî hê nediyar jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Hat ragihandin ku eskerê birîndar rakirine nexweşxanê û li derdorê operasyonekê berfirireh dest pê kiriye.(ÎLKHA)