Duh êvarî li taxa Gazîya Çinarê ji teref PKKyîyan ve li polîsê ku li ber çayxanê rûniştibû êrîşa çekdarî hatibû kirin. Di vê êrîşa çekdarî de şexsê sivîl a bi navê Osman Çaran jî jiyana xwe ji dest dabû. Osman Çaran(51) ê ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû îro spartin axê.

Hat ragihandin ku di êrîşa çekdarî ya ku PKKyîyan kiribûn de polîsê bi navê Mehmet Uyar û hemwalîtîyê bi navê Osman Çaran ê ku li çayxanê rûniştibû jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di êrîşê de hemwelatîyekê bi navê Îbrahîm Turan jî giran birîndar bûbû.

Cenazeya Osman Çaran piştî muameleya otopsîyê, li Çinarê ji teref naskirî û hezkirîyên wî ve li axê hat spartin.

Dema ku cenazeya Osman Çaran spartin axê ji teref kesên ku hatibûn goristanê bênavbir tekbîr hatin avêtin.(ÎLKHA)