Di êrîşa çekdarî ya ku li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hat kirin de  kesek jiyana xwe ji dest da û her wiha 3 kes jî birîndar bûn. Li gor agahîyan êrîşa çekdarî li taxa Kişlayê li nêzî Dibistana Cumhurîyetê hat kirin.

Di êrîşa ku hat kirin de Omer Aslan(22), Firat Boyaci(16), Ozgur Ozen(22) û Serkan Dag(19) birîndar bûn. Kesên derdorê kesên ku di êrîşê de birîndar bûbûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Serkan Dag(19) ê ku di êrîşa çekdarî de birîndar bûbû li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)