Wezareta Karên Derve di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ku banga civîna derasayî li NATOyê hatiye kirin.Hat destnîşan kirin ku Tirkîye di çerçoveya maddeya 4emîn a Peymana Atlantîka Bakûr de banga civîna derasayî li NATOyê kiriye.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ve hatiye dayîn de wiha hat hat ragihandin: “Piştî êrîşên ku li Riha, Diyarbekir û Kilîsê hatine kirin û gef û tehdîdên dawî yên ku li dijî ewlehîya me hatine kirin ; me li dijî van êrîş û tehdîdan hinek tevdîr standin û hinek operasyon jî li dar xistin.”
Civîna ku ew ê bê lidarxistin di Serokatîya Jens Stolttenbergê de di roja sêşema 28ê tîrmehê de li hev bicive.(ÎLKHA)