Mela Mustafa Durgun ê ku endamê ÎTTÎHADê di derbarê Şeva Leyletulqedrê de wiha destnîşan kir:” Em hemû di Şeva Leyletulqedrê de ji ummeta îslamê re du’a bikin.”
Mela Mustafa axavtina xwe wiha domand: “Şeva Leyletulqedrê li gor ku em dizanin û em pê bawer dikin di nava 10 rojên herî dawî yên meha Remezanê ya di rojên ne cot de ye. Di derbarê vê mijarê de gelek hedîsên Pêxemberê me hene. Resûlullah di hedîsekê xwe de di derbarê vê mijarê de wiha dibêje ‘Şeva Leyletulqedrê di 10 rojên herî dawî yên meha Remezanê de û di nav rojan di rojên ne cot de ye.”
Durgun axavtina xwe wiha domand: “ Di vê mijarê de tiştê muhîm ev e ku em guh bidin vê hedîsê Resûlê Xwedê ‘Kî bawer bikî û Şeva Leyletulqedrê ji Xwedê hêvî bikî û heger îsabet bikî – înşaallah weke ku hê nû ji dêya xwe welidîye ew ê ji gunehan paqij bibe.”
Durgun di derbarê girîngîya mijarê de wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Xwedê Teala me jî têxe nava wan kesên ku xêra Şexa Leyletulqedrê hêvî dikin. Rebbê me, ji bona hurmeta Resûlê xwe û vê meha mibarek me misilmanan ji nava vê zelîlîyê derîne. Xwedê Teala îxtîlaf û fitneyên di nava ummeta misilmanan de ji holê rabike û ummeta îslamê di bin Qur’an û sunnetê de li hev bicîvîne. Cardin îzzet û şeref û azametê bide misilmanan.”(ÎLKHA)