Di meşa ku li Frankfurta Almanyayê ji ber minasibeta ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ hat lidarxistin de bênavbir ji teref girseyê vê tel’în ji sîyonîst û îşxalker îsraîl re hat xwendin. Her wiha kesên  ku beşdarî meşê bûbûn  ji bo Filîstîn û xelkê  Filîstînê slogan avêtin.

  Meş, piştî nîvro di saet 15.00an de  li Îstasyona Trenê ya navenda Frankfurtê hat lidarxistin. Di meşê bênavbir sloganên mîna ‘ Mescîdî Aksa rûmeta me ye, Qatilê zarokan Îsraîl ji Filîstînê biqewite.Ji bona Filîstînê azadî’ avêtin.

Li ser navê Mekteba Ehlî Beyt û Offenbach Qur’an Muhammed Avci  axavtinekê tirkî kir: “Ez dixwaszim  ji vê derê ji mustekbîran re çend tiştan bibêjim. Em ji vir îlan û beyan dikin ku heta ew hebin û xwîna me birijînin em ê hebin, em ê berxwedanên xwe bidomînin. Heta ku ew  xwîna me birijînin em ê her tim hebin. Û di dawîyê de jî ew kes dê di nava xwîna me de bixeniqin.”(ÎLKHA)