Di cûrbecûr niqteyên Wanê de di bin navê ‘Mîhrîcanên Remezanê’ de ji tere Şaredarîya Mezin a Wanê ya ku di destê HDPyîyan de ye ve konser tên lidarxistin. Di derbarê vê mijarê de alimên heremê destnîşan kirin ku ev konserên ku zilam û qîz di nav hevûdu de ne tu eleqeyên wan bi îslamê re tune ye.

Aliman, di derbarê mijarê de dan zanîn ku meha Remezanê ne meha lîstîk û kêfê ye, ev cûr bernameyên ku tên lidarxistin ji bona sabotekirina Remezanê ne.

Mola Salih Yucel, di derbarê meha Remezanê û van konserên ku ji teref şaredarîyê ve tên llidarxistin de wiha axivî:” Meha Remezanê meha islahkirina nefse ye; ne meha ku di bin navê ‘Mîhrîcanên Remezanê’ de kirina gunehan e, ne meha harkirina nefsê ye. Misilmanên ku piçekî jî hesasiyeta wan a îslamî hebe divê neçin wan deran.”

 “Tu kare misilmanekî/ê li wê cihê ku lê munkerat tê kirin tuneye ”

Yucel axavtina xwe wiha da domandin: “Ev lîstîkên kêfî û mîhrîcan an jî konserên ku di bin navê meha Remezanê de tên lidarxisatin ji bona sabotekirina xaye û hikmeta meha Remezanê ye.   Însan bi van lîstîkan ji nimejên xwe tên dûr xistin. Ev kesên ku van tiştan tertîb dikin li hemberî dengê ezana şerîf jî bêhurmetî û bêedebîyan dikin. Ev tişt netenê li vê heremê heye, her wiha gelek qadên din jî lîstikên wiha tên kirin. “

Yucel di dawîya axavtina xwe de wiha destnîşan kir : “Divê misilman li hemberî van tiştan hişyar bin û qetîyen neçin van cihên wiha.  Lewra li wan deran emel û karên nebaş tên kirin, bi munkeretan tê emelkirin. Cihê ku munkerat lê hebe divê misilman ne li wê derê be. Tu kare misilmanekî/ê li wê cihê ku lê munkerat tê kirin tuneye” (ÎLKHA)