Nêzî 100 karkerên ku di bin nave TPÎCa ku girêdayîyê TPÇAOyê dixebitin ji ber endîşeya betalkirina peymanê kar, çalakîyek li dar xistin. Karker derketin li ser birca F-214ê. Ji ber vê yekê jî polîs di dema fitarîyê de mudaxeleyî karkerên TPÎCê kir. Di mudaxeleya ku hat kirin de Cengîz Guneştekîn bi guleya plastîk birîndar bû û her wiha jî 8 kar hatin binçavkirin.

Karker A. Rezzak Alkan di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Niha 100 karker li vê derê heye. Karker kirin ku bifitirin  lê li wan mudexale hat kirin û vê xwarinê li ber wan kirin kerrafî. Vî tiştî polîsan kir. Ev qas tişt tenê ji ber ku me çalakî dikir hat kirin.Hevalên me dan li ber guleyên plastîk. Ev e bersiva keda me?”

Karkerên ku derketibûne li ser bircê, bênavbir sloganên mîna ‘Em karker in, heqdar in em ê bi serkevin’ digotin.

Serokê Sendîkaya Petrol-Îş a Şaxa Êlihê Mustafa Tetîk di derbarê mijarê de wiha axivî:”  Ji bona ku pirsgirêkên karkeran werin çareserkirin her çi tişt ji destên me tê em ê bikin. Her wiha em wê zîhnîyeta êrîşkar şermezar dikin. Hevalên me yên karker maf û heqên xwe dixwazin. Em ê jî heta dawîyê li cem hevalên xwe bin.”

Piştî demekê polîsan cihê ku karker lê bûn terk kirin.

Hat diyarkirin ku heger ji hevdîtina ku wê bi Wezîrê Enerjîyê Taner Yildiz re pêk were de encamekê erênî dernekeve, karker dê çalakîyên xwe bidomînin.(ÎLKHA)