Li gor agahîyan, doza Yasîn Boru û hevalên wî berî vê çendakî ji ber hinceta ewlehîyê neqlî Enqerê kiribûn ku di navbirê de demekê zêde derbas nebû 2 bertawan û sûcdarên ku di da’wê de dihatin darizîn hatin tehlîye kirin.

Bavê Hesen Gokgozê ku di 6 û 8ê cotmehê de hatibû qetilkirin di derbarê van tehliye kirinên dawî de wiha axivî: “Da’wayan neqlî Enqerê kirin û li wê derê wan bertawan û sûcdaran dernexistin mehkemê û wan tehliye kirin. Yên ku mexdûr in em in; lê belê ne li Diyarbekir ne li Îzmîr û ne jî li Enqerê me rûyê mehkemê nedît , tu kesî gazî me nekir da ku em beşdarî mehkemê bibin.”

Gokgoz axavtina xwe wiha da domand: “ Berî niha jî bi hincetên cûrbecûr 4 kesên din jî hatin tehliye kirin. Di nava wan kesên ku hatin berdan de hinek hebûn ku di nav xelkê de provokatorîyê dikirin û hinekî wan jî  bûne sebeb ku Yasîn Boru û hevalên wî werin  qetil kirin. Ka ji wan bertwanan re cezaya müebbet ya 5 caran girankirî  dihat xwestin? Ew ê çawa qinyatîya me û bawerî ya me  bi dewletê were, em ê çawa ji vê edaletê bawer bikin? Ev tiştên ku qatil kirinê ew ê ji wan re bimîne?”

 “Ew bertawanên qatil ên ku hatibûn girtin yek bi yek  tên tehliye kirin”

Gokgoz mexdûrîyetên xwe anî ziman û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Di derbarê bûyeran de lêkolîn û lêpirsîn biheqê wê nayên kirin. Ez bi xwe ji guleyan re bûm hedef. Ne polîsek ne dozgerek ne hat li halê min nepirsî. Her wiha lêkolînek jî nedan dest pê kirin.”

Gokgoz di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ku berpirsîyarên kuştinan, Gulten Kişanak, Zubeyda Zumrut û Selahaddîn Demîrtaş e.