Ûmût –Dera Tatwanê di meha Remezanê de jî ji malbatên hewcedar û jar re arîkarîyên erzaqê didomîne. Ji ber munesebeta ku Remezanê Ûmût-Der ji malbatên feqîr û hewcedar yên ku berî niha hatibûn tesbîtkirin re arîkarîya erzeqê kir.
Di derbarê xebatên arîkarîyê de Serokê komeleyê Fesîh Ulugol wiha axivî: “Em di navbira dewlemend û feqîran de destê ku distîne û didin e ango mîna pirekî ne. Hemd ji Xwedê re ku em di meha Remezanê de ne . Em dixwazin ku di vê meha mibarek de alîkarîya gelek malbatên jar û feqîran bikin. Lê belê ji ber ku derfet û îmkanên me tune n,e em hevî dikin ku kesên xêrxwaz ên Bidlîsî beşdarî vê xebata arîkarîyê bibin. Em ji karsazan daxwaz dikin bila werin hal û rewşa van kesên feqîr di cî de bibînin da ku halê wan baştir fêm bikin û arîkarîya wan bikin.”
Ulugol, di dawîya xeberdana xwe de ji kesên dildar û endamên komelê re û her wiha ji kesên xêrxwaz re spasgûzarîyên xwe anî ziman.
Kesên ku bixwazin arîkarîya feqîr û jaran bikin dikarin ji van nimreyan bi rayedarên komeleyê re bikevin têkilîyê: 0535 693 9419 – 0545 278 0523(ÎLKHA)