Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li sergitinên ku ji teref polîsan ve li navçeya Baglara Amedê hatiye kirin de 16 kîlo û 700 gram esrar hatiye girtin û her wiha şexsekê ku şikdar bû jî hatiye binçavkirin.
Di derbarê mijarê de Walîtîya Diyarbekirê daxuyanîyek da . Di daxuyanîyê de wiha hat gotin: “Hat tesbîtkirin ku li taxa Baglarê di mala şexsekî bi navê M.B de tîcareta tiryakê tê kirin.Piştî ku ev agahî tê hînbûn di tarîxa 07.07.2015an de operasyonek mala wî şexsî tê kirin. di operasyonê de 16 kîlo û 700gram esrar tê girtin.”
Her wiha hat diyarkirin ku kesekê ku bi bûyerê têkilîya wî heye hatiye binçavkirin.(ÎLKHA)