Di êrîşa bisîleh a ku li Şahîn Gokdemîr(19) û hevalê wî hatibû kirin de di heman wextî de li ser 17 navnîşanên cuda de hat girtin. Di sergirtinan de 15 kes hatin binçavkirin.
Li gor îddîayan heftîya borî li Entebê Şahîn Gokdemîr ê ku bi nasnameya xwe îslamî dihat naskirin û hevalê wî li ber firnêya nan ji teref kesên ku tê îddîa kirin ku PKKyî bi sîlehên pompalî li ser wan de reşandibûn. Di derbarê vê bûyerê de 15 kes hatin binçavkirin. Ji van 15 kesan 12 kes ji teref mehkemê ve hatin tewqîf kirin.
Di seravêtinên navnîşanan de sîlehekê nêçîrê, 13 lib berik, bi sedan rûpoş û maskeyên reş, 1 teqemenî û her wiha alavên teqemenîyê jî hatin girtin.
Di 7ê tebaxê seat 05.30an de di seravêtinên navnîşanên cûrbecûr de 15 kes hatibûn binçavkirin. Li gor îddîaya ji van 15 kesan 11 kes di dîrokên cuda de li ser navê PKKê sûcên cûrbecûr kirine, 4 kes jî di dîrokên cuda de beşdarî bûyeran bûne.
Li gor agahjîyan ,ji van 15 kesên ku hatine binçavkirin di derheqê 7 kesan biryara tewqîfkirinê, di derbarê 4 kesan de qerara qontrola edlî û di derbarê 4 kesan de jî qerara tehlîyeya bişert hatiye dayîn. (ÎLKHA)