Ûmûd Der Gida Bankasîya Êîîhê di meha Remezanê de bihezaran kesê hewcedar re alîkarî kir.
Rayederên Ûmûd Derê destnîşan kirin ku wanan heta niha di meha Remezanê de nêzî 2 hezar kesên hewcedar û xîzan re alîkarî kirine û ew ê ji îro pêve jî xebatên xwe yên alîkarîyê bidomînin.
Serokê Giştî ya Ûmûd Derê Xelîl Ergîn di derbarê xebatên alîkarîyê yên ku kirine û yên ku ew ê bikin de wiha axivî: “Berî meha Remezanê amadehîyên me yên xebatên alîkarîyê dest pê kiribûn. Me berî niha temamê erzaqên ku em ê belav bikin bi paket kirin. Digel hatine Remezanê, me jî heftîya borî dest bi belavkirina paketên erzaqan kir û belavkirina paketan he jî didome. Heta niha me 2 hezar paket belav kir. Xwedê nesîb bike em ê ji îro pêve jî xebatên xwe yên alîkarîyê bidomînin.”
Ergîn wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji xelasbûna Remezanê re 10 roj man. Rojê herî bixêrtir ev deh roj in. Ji ber vê yekê em ji gelê xwe yên xêrxwaz rica dikin ku bila sebr û sebatê bikin û zêdetir bixebitin da ku em karibin zêdetir jî feqîran re arîkarîyê bikin. Lewra bihezaran jar û feqîr çavên wan li rêya me ne.” (ÎLKHA)