Xwarina fitarê ya ku ji teref Dost Derê ve hat dayîn de berîya xwarinê ji rayedarên komeleyê Mehmet Arasan destnîşan kir ku armanç û xayeya wan, xweşîyên Remezanê bi Mêrdînîyan re parve kirine.

Arasan di derbarê komeleyê de agahîyek kin da û pişt re axavtina xwe wiha da domandin: “Armanca me, kirina fealîyetên manewî û îslamî ye , xayeya me  alîkirina feqîr û muxtacan e. Her wiha em wek komele dixwazin ku di navbira zengîn û feqîran de bibin pirek da ku em karibin arîkarîyan bigihêjînin feqîr û muxtacan.”

Mêrdînî piştî kirina diaya xwarinê, nimeja xwe mexrebê kirin û ji komeleyê bi dilekê xweş veqetîyan.(ÎLKHA)