Ji teref komeleya Anadolu Gençlîka Dîlokê ji bo munasebeta meha Remezanê bernameyekê fitarê bi beşdarbûna rayedarên partîyên siyasî û temsîlkarê sazîyên civakî hat li dar xistin.
Piştî ku mêvan û kesên ku beşdarî bernameyê fitarê bûbûn xwarina xwe xwarin bernamê bi tîlaweta Qur’anê berdewam kir. Ji rayedar û temsîlakarên partî, sazî û komeleyan hinek kes di derbarê girîngîya rojevê de axivîn.
Piştî axavtinan ji teref Şaban Kondî yê ku miftîyê bajêr e dia hat kirin û bername bi dawî bû.(ÎLKHA)