Malbata Aytaç Baranê ku him Serokê Yenî Îhya Derê bû û him jî endamê Platforma Evîndarên Pêxember bû wê cihê ku lê hatîye qetilkirin bê bi bîr anîn. Li gor hêvîyan, gelek kes dê beşdarî vê bernameya bîranînê bibe.
Hezkirîyên Aytaç Baran wê li saet 17.00an Camîya Sumerê ya ku li Qada Îstasyonê ye li hev bicivin û ew ê heta cihê ku Baran lê hatîye qetilkirin meşekî li dar bixin.
Xizm û hezkirîyên Aytaç Baran dê bi daxuyanîya çapemenî sûîqesta ku li Aytaç Baran hatîye kirin şermezar bikin. Ew ê daxuyanîyê, Şeyhmûz Tanrikulu yê ku Serokê Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê ye bixwene. (İLKHA)