“Ji ber ku yekî qenc û paqij bû Xwedê Te’ala vê mertebe jê re kir nesîb”
Bîrgul Baran a ku dêya Serokê Yenî Îhya Derê Aytaç Baranê ku li Diyarbekirê di sûîqeatekê de hatibû qetilkirin di derbarê şehîdîya lawê xwe de ji ÎLKHAyê re axivî: “Weke ku min lawê xwe mezin kir tu kesên din mîna min lawên xwe mezin nekirine. Lawê min li siqaq û quçeyan mezin nebû, rûyê derve nedît, perwerdehî û terbîyekê baş min da wî. Mekteba xwe xwend, nimeja xwe kir û Qur’anê xwend li camî û komeleyan seydatî kir û her tim li camî û komeleyan dersa Qur’anê da. Ji ber vê yekê Xwedê Teala vê mertebeya şehîdîyê nesîbe wî kir.”
“Lawê min ji ber ku dersa Qur’nê didad 5 sal di girtîgehê de ma”
Dêya Şehîd Aytaç Baranî axavtina xwe wiha domand: “Lawê min di rêya Xwedê de gihaşt. Di bernameyên Wîladetên Pîroz de Qur’an û îlahî dixwend. Ji ber ku li camîyan dersa Qur’anê da 5 sal di girtîhehê de raza, gelek xwendevan li ber deste wî gihaştin. Her wiha seydayê şehîd Yasîn Boruyî jî bû. Ez bangewazîyê li xwendevanên wî dikim, rêya wî bişopenin.
“Gelo Demîrtaş qet ji Xwedê natirse?”
Bîrgul Baran wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ez ji vir bangî Selahadîn Demîrtaş dikim. Tu dihelê ku kurd bi hevdu pêv biçin. Tu bûyî sebeb ku zarokên lawê min yetîm û sewî man. Ne livê dinyayê ne jî li dinyaya din cihê te tune ye. Tu buyî xulamê Emrîka, tu bi ermenîyan re bûyî yek. Gelo te qet şerm û fedî nekir? Ez ji vir bangî serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî dikim. Ji Xwedê bitirse, tu xwedî li lawê min û zarokên misilmanan xwedî derneketî. Vê xwîna ku diherike bisekinîne. Lawê min di rêya Qur’anê de şehîd bû.” (ÎLKHA)