Namzetê xweser Zekerîya Yapicioglu, bi çapameniyê re di taştê de hat ba hav. Yapiciogolu pişte taştê daxuyanameya xwe ya hilbijartinê bi digel çapameniyê re parve kir.
“Gotinên ku em ê bibêjin hene”
Yapicioglu di derbarê daxuyanameya hilbijartinê ya ku amade kiriye de wiha axivî: “ Me daxuyanameya xwe ya hilbijartinê di bin 4 sernavan de amade kir. Em dibêjin ku gotinên me yên ku em ê ji bona navê mixelefeta îslamî, ji bo pirsgirêka kurd, ji bo Kurdistanê, ji bo Tirkîyê, û ji bona wan bajarên bêxwedî bibêjin hene. Me got ku gotinên me hene. Gelo ev gotin çi ne? Em dixwazim wan ji we re rave bikim;
Me got ku ji bo navê mixelefeta îslamî gotinên ku em ê bibêjin hene. Ji vê gotinê armancên me ev in:
-Qanûnên ku li dijî bawerî, qedr û rûmeta xelkê ne neyin derxistin.
-Di warê dejenerebûna exlaqî û civakî de tedbir werin standin
-Divê îktîsada ku li ser faîzê ye were terikandin
-Statû dayîna medreseyan, rakirina perwerdehîya tevlîhev
-Ji bo hîcabê teminata mekaqanûnî
Ji bo Kurdistan û pirsgirêka kurd gotinên ku em ê bibêjin hene. Di vî warî de divê bipêşanî tiştên ku werin kirin ev in:
-Nasîna mekaqanûnî,
-Perwerdehîya bizimanê zikmakî û fermî bûyîna zimanê kurdî ya
-Birêvebirîya mehellî
--Lê borîn xwestina dewletê û sînorên sembolik
-Efûya giştî ya siyasî
Ji gotina Ji bo Tirkîyeyê gotinên me hene mabesta me ev e:
-Mekaqanûnekî nû û sîvîl
-Edalet, lê bele jji bo hemû kesî
-Politikaya derveyî welat li ser mijara alîgirtina mezlûman
-Parastina keda karkeran û bihabûna hîyanê
-Pîrek, ciwanî û malbat
Ji bo bajarên bêxwedî gotinê me hene:
-Nebûna ewlehîya can û mal
-Bêkarî
-Kembûyîna xizmetê
-Gemarîtîya derdorê
-Bajarvanîya berevajî
-Veguhastin û trafik
Yapicioglu di derbarê vê daxuyanameya hilbijartinê de li ser van mijaran de di civîna çapemenîyê de bi şiklekî berfireh axivî. Her wiha nirxandinên xwe yên div ê mijarê de bi rojnameran re parve kir.(ÎLKHA)