Namzatê Azad Mehmet Yavuz a ku HUDA PARê piştgirîyê didiye bênavbir xebatên xwe yên hilbijartinê didomene. Yavuz digel heyetekî çû ziyareta Wêranşarîyan û derd û kulen dikandarên Wêranşarîyan guhdar kir.
Yavuz di dema serdanê de dikandaran guhdar kir û ji bo pirsgirekên wan wiha destnîşan kir ku niha ez ê van pirsgirekên we tenê karibin li televîzyonan de bînin ziman lê bele heger ez werim hilbijartin wê deme ez ê van pirsgirekan di meclîsê de bang bikim.
Yavuz piştî ku serdana dikandarên Wêranşarê qedand pişt re çû serdana komeleyeya Wêranşerê.
Yavuz di dawîya ziyaretên xwe de çû mezraya Derînceyê. Yavuz li vê derê pêşengên eşîra Agavata Halîl Yildirim û malbata wî ziyaret kir. Yavuz ji bo mihelefeta Îslamî ji wan telebe ra kir.
Yavuz piştî ziyaretan ji bajarokê veqetîya. (ÎLKHA)