Namzedê parlementer ê serbixwe yê Amedê yê ku HUDA PAR piştgirîyê dide Zekerîya Yapicioglu, nav neda lê bal kişand ser gotinîn Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç yên ku li Êlihê gotubû ‘ Rayên xwe nede namzetên xweser’, rexne kir. Yapcicioglu wiha îfade kir: Zengil lê ket. Çawa serserkî diçin dibînin.
Yapicioglu li navçeya Sur ê ya li Derîyê Mêrdînê buroya hilbijartinê bi merasîmekî vekir. Vekirina buroyê bi xwendina Qurana pîroz des pê kir. Pişte xwendina Qurana Kerîm Yapicioglu axaftinek kir. Yapcicioglu dest nişan kir ku li gor anketa rayên Namzetên Azad gelek zede bûye.
Yapıcıoglu di axaftina xwe de gotînên Alîkarê Serokwezîr Arinç yên ku li Êlihê gotubûn, rexne kir û bertek nişan da gotinên Arinç a ku gotibû, ‘ Rayên xwe nedin namzetên xweser, bidin partîyan’
Yapici axaftina xwe wiha domand: Lê binerin nabêje raya xwe bidin AK Partîyê, ji bo AK Partîyê raya naxwaze. Dibêji; Rayên xwe nedênn namzetên serbixwe. Gelo ev nişana çiye? Zengil lê ket zengil. Çawa serserkî diçin êdî dibinin. Çareserîyê di gotina ‘ Rayên nedên Azad’ dibinin.
Yapicioglu dest nişan kir ku berîya damezirandina Partîya Doza Azad (HÜDA PAR) însanên herêmê bi taybetî jî Amed mehkûmê di partîyan dibûn, gel wek gogekî di navberan van partîyan de diçûn û dihatin. Alternatîfek din tunebû. Lê êdî em jî henin.
Yapicioglu îfade kir ku hin kes hişên gel tevlihev dikin û wiha domand: Dibêjin, ‘Hûn partîyek nûnin, hûn nikarê tiştekî bikin.’ Bi van gotinan hişê xelkê me tevlihevkirin, rayên wan ji wan wergirtin û dizîn. Lê ber van hemû neyînîyan me di hilbijartênin herêmê de gelek ray wergirt. Her tim anket di nav gel de tên li dar xistin. Li gor van anketan me rayên xwe gelek zede kirîye. Ji ber vê yekê hin kes qurifîn.
Yapicioglu nav neda lê bal kişand ser gotinîn Alîkarê Serokwezîr Arinç yên ku li Amedê axifîbû. Wek tê zanîn Arinç li Amedê gotibû, bi AK partîyê re tirsa şerîatê ji holê rabû.
Yapicioglu ev gotinin Arinç rexne kir û wiha nirxand: Ma ev kes nizanê yên rayan didin wan bi piranî dindar û oldar in. Ji ber vê yekê rayên xwe didin wan. Lê wusa xuya dike ku şeriatê wek tiştekê mirov pê ditirsin nişan didin.
Yapicioglu HDP jî rexne kir û axaftina xwe wiha domand: Ev bi salan in dibêjin: ‘Em partîya kurdan e’ lê ketîn serpîhatîya partîyek Tirkîyeyî, gotin ‘Êdî em partîyek Tirkîyeyîne. Paşê daxuyaneameyek hilbijartinên belav kirin. Li vê daxuyanameya hilbijartê binerin; 3 caran LGBT, 4 caran trans, 3 caran homo derbas dibin. Vanan mafên bê exlaqan diparêzin. Gelo pirsgirêkên xelkê qedîya. (ÎLKHA)