Ûmût Kervanî ya ku bi sedan komeleyên alîkarîyê di bin sazîya xwe de dihewîne û digel van komeleyên îslamî alîkarîya jar û feqîran, muxtaç û ketîyan dikin rapora fealîyetên xwe yên 3 mehan ji raya giştî re  rave kir.

Batman Ûmût-Der a ku kordinatorîya giştî ya platformê dike  bê navbir alîkarîyên xwe didomenin.

Ji rayedarên platformê  kordînatorê herêma yekemîn Nurullah Gunaydin di daxuyanîya ku di derbarê xebatên alîkarîyên ku kirine de destnîşan kir ku xebatên platformê li temamê Tirkîyeyê bê navbir didomin.

Gunaydin wiha domand: Di navbera 3 mehan de platforma me ji 7 hezar û 774 malbatê re alîkarî gihand ku mebalxa van alîkarîyan gişt 482 hezar û 459 lîre bû.

Gunaydin di daxuyanîya de xwe de her wiha wiha îfade kir: Di nava van her 3 mehên bimbarek de çavên feqîr, jar û muxtacan li rêya alîkarîyên ku em ê ji wan re bikin e. Ji ber vê yeke em ji xêrxwazan dixwazin ku wan sedeqa, zikat û fitreyên xwe bigihîjînin me da ku em karibin alîkarîya hewcedaran bikin.

Gunaydin di dawîya daxuyanîyê de hedîseke pêxemberê me wiha bi bîr anî û got : “ Weke ku pêxemberê me dibêje  ‘ Xurmeyek be jî sedaqe bidin’ a muhîm ew ê ku alîkarî yên ku em ê bikin domdar bin. Ji ber vê yeke ew alîkarîya biçûk ku hûn ê bikin ji bo xizan û hewcedaran tiştekî mezin e.” (ÎLKHA)