Namzetê xweser a Amedê ,Zekerîya Yapicioglu digel serokê HUDA PARê ya bajaroka Kayapinarê Mehmed Demîr çûn serdana dikandarên navçeya Kayapinarê. Yapiciglu bi şiklekî coş ji teref wan dikandarên diçû serdana wan ve hat pêşwaz kirin.

Yapiciglu di dema ziyaretê de derd û kulên dikandaran guhdarî kir û  van derd û kulên dikandaran da nivîsandin. Di dema ziyaretê de dîmenên birengîn derketin holê.

Yapicioglu, li wan cihên ku digerîya carna rûdişt bi dikandaran re sohbet dikir carna jî bi derd û kulên dikandaran re hezîn dibû.

Yapicioglu di dema ziyaretan de çû komeleya Şura-Derê jî û li wir bi serokê Şura-Derê re hevdîtinek pêk anî. Yapicioglu pişt re ji bo nimej bike derbasî camîya Îsmaîl Hakki Demîrokê bû. Piştî nimejê ziyareta dikandaran domand. (İLKHA)