Namzedê Azad li wan gundên ku çû serdana wan ji xelkê gund ji bo hilbijartinên 7ê Hezîrenê daxwaza alîkarîyê kir.
Yapicioglu li wan gundên ku çû zîyareta wan li pirsgirek û xwestekên gelê gund guhdarî kir. Her wiha Yapicioglu di derbarê çareserîyên van pirsgirekan de wiha destnîşan kir û hedîsê Hz. Muhammed (a.s.w) bi bîr anî: Pêxemberê me dibêje ku ‘Serokê, mezinê qewmekî xizmetkarê wê qewmê ye.’ Em ê jî li gor vê şîarê bibin xizmetkarê gelê xwe. “
Yapicioglu wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Her wiha kî ya rastî bibêje em ê piştgirîyê bidin wî kesî. Dixwaze bila Kiliçdaroglu jî be heger ya rastî bibêje em ê piştgirîyê bidin wî. Lê belê heger yê ku xeletîyê bike dixwaze bila hevalê me be em ê li dijî wî jî bisekini û wê xeletîya wî bi eşkere jê re bibêjin.” (ÎLKHA)