Namzetên serbixwe Said Şahîn bergeha hilbijartinê 7ê Hezîranê de xebatên xwe didomîne. Şahîn got: Em dixwazin ku di îdare kirina welêt de em jî bibin xwedîyê xeberdanê.

Namzetê serbixwe Şahîn li bajarokê çû serdanan dikandaran û bi wan re hevpeyvîn kir. Şahîn di derbarê hilbijartinên 7êHezîranê de bi xelkê re wiha axivî: “Em ê sîyasetê ji xwe re nekin kar, em ê siyasetê ji xelkê re bikin xizmet. Em dixwazin ku di îdare kirina welêt de em jî bibin xwedîyê xeberdanê. Bajarokên me yên bakur hatine pişt guh kirin.Em êdi ware xizmetê de wekhevîyê têxin navbera bajarokên rojhilat, rojava,bakur û başur . Em ne tenê namzetê navçeyekîne; em namzetê  gişt bajarokan in. Em niha hatin vê navçeya xwe û astengî û pirsgirekên bajaroka xwe  bi çavên xwe me dît. Heger em têkevin meclîsê em ê van pirsgirek û astengîyan li meclîsê bînin ziman û ji bo çareserîya van pirsgirekan em ê hewl bidin. Ji ber vê yekê xeberdan di meclîsê de bihêz û biquwet e. Ji ber vê jî tiştekî ku em ê li meclîsê bêjin heye.

Şahîn wiha dawî li xebernana xwe anî: Ez her çiqas li vê derê bibêjim dîsa fêda wê tune ye û nakeve rojeva tu kesî. Lê belê dema ku ev tişt li meclîsê bên gotin wê demê ev gotin dê têkevin rojeva Tirkîyeyê. Ji ber vê yekê gotin li meclîsê bi quwet e. Îro gelê me ji wan kesên ku tên hilbijartin gazinan dikin. Lewra piştî ku tên hilbijartin pişta xwe didin gelê xwe. Heger firsatekî wiha bikeve destê me  ji bo ku gotin li da’wa me neyê kirin em ê her tim bixebitin. (ÎLKHA)