Li navçeya Silopî ya girêdayê Şirnexê di nav qada gumrikê de li ber serê kamyonên barkirinê yên ku neftê bar dikin, bi wesayiteke ajoker û plaka ne hat zanîn agir girt. Di demeke kurt de wesayît bû mîna giloka agir. Derhal ji nav qada gumrikê û ji nav parka wesayitên TIR itfaîyeyan mudaxeleyî agir kirin. Şewat bi zehmetî hate tefandin. Jenderme û 112 acîl ji Cihê bûyerê re hat sewk kirin.

Jenderme derbarê bûyerê de lêpirsîn vekir û di wesayîta xurdebûyî de vekolîn û lêhûrbînî hate kirin.

Li hêla din ve ku şewat ne gihaşte wesayîtên neftbarkirî; hat dîtin ku pêşiya xetereyeke hê mezintir hate girtin. (İLKHA)