Namzetê Hur Yapicioglu digel serokê HUDA PARê ya  şaxa Amedê Şexmus Tanrikulu û endamên partîya HUDA PARê  Weqfa Meşweretê ziyaret kirin.  Yapicioglu beşdarî sohbeta Rîsalêyê Nûr bû û sohbetê guhdar kir. Piştî guhdar kirina sohbetê, Yapicioglu bi destûrmendên Weqfa Meşveretê re hevdîtinek kir.

Yapicioglu di hevdîtinê de hest û ramanên xwe bi berpirsyarê Weqfa Meşweretê re wiha par ve kir: “ Li Tirkîyeyê di qada muhalefeta Îslamî de valahîyeke mezin heye. Em bi nîyeta dagirtina vê qadê bi rê ketin.”

Di  hevdîtinê de dîmenên gelekî germ û xweş derkrtin holê. Destûrmendên Weqfê jî di warê vê hevdîtinê de hest û ramanên xwe wiha anîn ziman: “Ji bona ku li Amedê bê aramî û bê hizûrî dernekeve divê hemû kes di vê mijarê de tiştinan bike û divê hemû kes bi sebr be.”(ÎLKHA)