Komeleya Yenî Îhya-Der a Xarpêtê ji bo cezayên ku li endamên komeleyen îslamî hatine dayîn bi daxuyanîya çapamenî ya girseyî şermezar kir û bertek nîşan da.
Daxuyanîya çapemenîyê li ber avahîya mala mamosteyan bi tekbîran dest pê kir. Di destpêka daxuyanîyê de dirûşma, “ Ji bo zalimên xwînxar bijî cehenem. “ hat bil ev kirin. Her wiha pankartên “Em her cûreya zilma ku li misilmanan tê kirin şermezar dikin. Ê kul i hemberî zilmê bê deng bimîne şeytanê bê ziman e…” jî hat vekirin.
Alîkarê serokê komeleya Yenî Îhya-Derê Zulkuf Ozturk di daxuyanîyê de wiha ragihand: “ Gelo carek jî bê em ê li vî welatî hiqûqekî rastîn bibînin? Gelo em ê her tim jîyana xwe li gor kesên ku bi hêz in bidomenin?”
“Xebatên ku di çarçovaya qanûnê de hatîye kirin sûc hat qebûl kirin”
Ozturk her wiha domand: “ Ew lîstika ku di sala 2009an de li ser komeleya Îhya-Der a ku li Elezîzê ye hat kirin îro li ser komeleya Umut-Der a ku li Edeneyê tê kirin mîna hev in. Li gor mehqemê sûcên ku endamên van komeleyan kirine ev in ‘ Dayîna dersa Qur’anê, bernameya Mewlûda Pîroz li dar xistin, kirina nimeja xeybî ji bo şehîdan, ji bo Filîstîn û mezlûmên din mîtîng li dar xistin.”
Ozturk di dawîya daxuyanîya çapemenîyê de wiha got: “Zilm û neheqî ji kî tê bila bê em ê li hemberî birawestin. Her wiha zilm û neheqî li kî tê kirin bila were kirin em ê piştgirîye bidin wan mezlûman. Em dixwazin berî kêlîke ev neheqî û zilm ji holê werin rakirin.” (ÎLKHA)