Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dehemîn pêşangeha salaneya navdewletiya kitêban ya li bajarê Hewlêrê vekir. Ev pêşangeh li bin çavdêriya Barzanî û bi beşdariya zêdetirê 200 sazî û dezgehên çap û bevlavkirinê û navendên rewşenbîrî cîhanî û Erebî û navçeyî û Iraqî û Kurdistanî hate vekirin. Pêşangeh ji aliyê Dezgeha El Meda û bi sponseriya çend kanalekî ragihandinê birêve diçê û zêdetirê 700 hezar navnîşanan pertûk têne pêşandan.

Wezîrê Çandê ya Iraqê Firyad Rewandizî, Cîgirê Nûnerê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraq û hejmarekî zêdeyê kesayetiyên siyasiyên Iraqî û Kurdistanî û konsol û nûnerên welatan li Hewlêr û rewşenbîr amadeyê vekirina dehemîn pêşangeha navdewletiya pertûkan bûn.

Pirtûkhez dikarin heta 12 nîsanê serdanê li fuarê bike. (ÎLKHA)