Dozger Mehmet Selîm Kîrazê yê ku jêpirsîna mirina Berkîn Elvan dişopîne di odeya xwe ya dadgehê de rehîn hat girtin.
Beşa dozgeriyê hat valakirin û tevdîr û pêşgirîyê ji aliyê polîsan hatin stendin. Tîmên girêdayî midûriyeta şaxa Hereketa Taybet û Têkoşîna Terorê û timên muzakereyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Endamên rêxistinê daxwaz dikin ku kujer û polîsên ku çavdêriya wan xwepêşandanan dikirin, bilez bên girtin.
Wek tê zanîn Berkîn Êlvan di xwepêşandanên Meydana Taksîmê de hatibû kuştin. (ÎLKHA)