Piştî êrîşên rejîma sîyonîst ku ji 7ê Cotmeha sala 2023an vir ve berdewam in, pêşketinên muhîm di warê rêkeftina agirbestê li Xezzeyê bi dest ketine.
Li gor agahîyên têkçûyî yên ku ajansa Reutersê ragihand, rejîma sîyonîst û HAMASê di dawîya hevdîtinên li Qeterê de li ser agirbestê li hev kirin.
Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku li Xezzeyê agirbest pêk hatîye û hat gotin ku "îsraîl li ser peymana agirbestê li hev kir."
Di daxuyanîya HAMASê ya der barê meseleyê de weha hat gotin: “Tevgera HAMASê bersiva xwe da navbeynkaran.
Hereketa Berxwedana Îslamî (HAMAS) di demek kin de derheqê pêşniyara peymana agirbestê de ji navbeynkaran re bersiva xwe da.
Biroya sîyasî ya tevgerê, ji bo hevdîtina teklîfa ku hatîye dayîn bikin civîneke acîlî tertîp kirin.
Di daxuyaniyê de weha hat gotin: Tevger diyar dike ku ew ji teklîfa ku dibêje qirkirina ji gelê me re tê kirin bê sekinandin û qetlîamên ku dûçarê bûne wê jê xelas bibin û herba qirkirina ku bidawî bike re bersivekî mesul û erênî dide.
Serokê hilbijartî yê Emrîkayê Trump ragihand ku di navbera rejîma sîyonîst û HAMASê de lihevkirinek pêk hatiye.
Trump di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî ya bi navê Truth Social da ragihand ku di navbera aliyan da lihevkirin çêbûye.
Trump di daxuyaniya xwe da wiha got: "Derbara êsiren li Rojhilata Navîn (agirbesta Xezzeyê) de lihevkirinek hat kirin. Di demeke kin de ew ê bên berdan. Spas."
Di nûçeyên ku di çapemeniya işxalker de hatin weşandin de hat diyarkirin ku agirbest wê îşev bê îmzekirin û heta 16ê Çile bê taloqkirin.
Di yekemîn daxuyaniya fermî ya rejîma siyonîst de hat ragihandin ku agirbest dê roja pêncşemê were pejirandin. (ÎLKHA)