Li nêzê bajara Reşta ku girêdayê Gîlana bakurê Îranê ye, balafireke perwerdehîyê ya polêsan ji ber xerabûneke teknîkî ket xwarê.

Yekîneya Karên Gelan a Polêsê Îranê, daxuyand ku di qezayê de 3 mirettebat canê xwe ji dest dan.

Hat îfadekirin ku di qezayê de balafirvan, alîkarê balafirvan û endezyarê balafirê mirine. Rayedaran destnîşan kir ku qeza ji ber sedema xerabûneke teknîkî pêk hat.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)