Li gor agahîya ku ji çavkanîyên herêmî hat bidestxistin, sîyonîst kom bi kom ji Derîyê Mexribê, ketin nav hewşên Mescîda Eqsayê û îşxal kirin û li wir ayînên dînî kirin.
Heman çavkanîyan diyar kirin ku polêsên îşxalker tedbîrên xwe li derîyên Mescîda Eqsayê û derdora Bajarê Kevin zêde kirine û nehiştin Misliman bikevin mizgeftê.
Ji ber êrîşên îşxalker ên berfireh ên di Cotmeha 2023an de li dijî gelê me yên li Xezze û Şerîeya Rojava hatin destpêkirin, hêzên îşxalker kontrola xwe ya li ser derîyên Mescida Eqsayê û deriyên bajarê Kevin zêde kirin.
Di sala 2024an de komên koçber ên terorîst 256 caran hewşên Mescîda Eqsayê îşxal kirin. (ÎLKHA)