Sîyonîstê îşxalker Ben-Gvir ragihand ku ew li dijî peymana ku bi mebesta bidawîkirina qirkirina li Xezzeyê ye û di muzakereyên nerasterast ên ku bi navbeynkarîya Misir û Qeterê tên kirin de pêşketinên berbiçav pêk hatine.

Ben-Gvir di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de wek, "peymana teslîmbûnê ya ji HAMASê re" bi nav kir û bang li hevkarê xwe yê koalîsyonê, Wezîra Malîyeyê Bezalel Smotrich kir ku ger dewleta işxalker di vî warî de biryarek bide, ji hikûmetê vekişe.

Ben-Gvir di vîdyoya ku parve kir de ji Smotrich re weha got:

"Em herin cem serokwezîr (Binyamîn Netanyahu) û bibêjin ku heke ew vê peymanê qebûl bike em ê ji hikûmetê vekişin."

Tê zanîn ku Smotrich, şirîkê din ê koalîsyonê, weke Ben-Gvir bertekên şîddet nîşan neda û gefa hilweşandina hikûmetê nexwar, her çend berê jî gotibû ku ew li dijî rêkeftinê ye. (ÎLKHA)