HAMASê di daxuyanîya xwe de diyar kir ku wan bi serokên komê re rêze têkilî û şêwir kirine û derbarê pêşketinên di danûstandinên berdewam ên li Dohayê de hatine agahdarkirin.

Li gorî daxuyanîyê, serokên hêz û komên Filistînî kêfxweşîya xwe ji pêşdeçûna danûstandinan nîşan dan û tekez kirin ku pêwîst e amadekarîyên neteweyî yên pêwîst ji bo qonaxa bê bên kirin.

Serokatîya HAMASê û komên dinê tekezî li ser wê yekê kirin ku danûstandin û şêwirîn heta bidawîhatina rêkeftina agirbestê û pevguhertina girtiyan ku di qonaxên xwe yên dawî de ye, dê berdewam bin û hêvîya xwe anîn ziman ku ev gera danûstandinan bi rêkeftineke zelal û berfireh encam bide. (ÎLKHA)