Micahîd ku ji Amu TVyê re axivî, diyar kir ku hevdîtinên pevguhertineke ku bê kirin heye encax encamekî ku bi çavan bê dîtin hêj tineye.

Micahîd weha got, “Me pêşnîyar da ku bila girtîyên Efxen ên ku di Guantanamoyê de girtîne, bi leşkerên Emerîkayê ku li Efxenistanê girtîne re bêne pevguhertin, encax Emrîka hêna jî gavekî pratîk neavêtîye.”

Di navenda mizakereyên ku şeş meh in berdewam dike de, serbesetberdana sê Emerîkayîyên ku navê wan George Glezmann, Ryan Corbett û Mahmood Shah Habibi ne û ji sala 2022yan vir ve ji teref bireveberîya Efxen ve hatine binçavkirin heye.

Li gorî The Wall Street Journalê, bireveberîya Bidenê, pêşnîyara li hember sê Emerîkayîyan serbesetberdana alîkarê bêre yê Usama Bîn Ladîn û Muhammed Rahîmê ku li Guantanamoyê girtîye nirxand. (ÎLKHA)