Li Êlihê fîyeta tîpa 12 kîloyî di navbera 857 û 925 Lîreyî de tê firotan, tîpa 2 kîloyî ya biçûk jî di navbera 200 û 250 Lîreyî de tê firotan.
Welatîyan, ji rayedaran dixwazin ku bila midexeleyî van fîyetan bikin û fîyetan bînin xwarê.
Bi taybetî welatîyên ku ji ber tinebûnîya dinyayê nikarin bikevin xanîyên erdgazî, ji bona ku di vê pêvajoyê de zêdetir tesîrdar û mexdûr nebin li hêvîya çareserîyekî ne.
“Fîyeta tîpekî çawa dibe ku 900 lîreyî derbas dike?”
Kasim Sutçu ku îfade dike ew ji zêdebûna fîyeta tîpê re tu maneyekî nikare bide weha got, “Bi taybetî welatîyên li van deran rûdinên piranîya wan feqîr in. Em hînbûn ku ji ber tinebûna dinyayê pîrekekî ev bû sê meh e nikare tîpa xwe tijî bike. Di vê pêvajoya ku însanên me pirsgirêka aborî dijîn de çawa dibe ku fîyeta tîpa 12 kîloyê bibe 900 Lîre û 1000 Lîre. Ma gelo rayedaran van fîyetên fahîş nabînin? Malên ku tîpan distînin piranîya wan malbatên ku di nav malên erdgazê de rûnanên in û îmkanên wan ên meddî tuneye ne. Me gelo melîyeta vê tîpê çiqas e? Wa gihaşt hezar lîreyî. Divê ev fîyetên ku zêde dibin bêne sekinandin kêmkirin. Ji bo vêya jî em ji rayedaran hêvîdarin ku bila çareserîyekî bibînin.”
“Divê fîyetên tîpê bê kêmkirin”
Mehmet Okta destnîşan kir ku fîyeta tîpan zêde bûye û ew nikarin bistînin, “Fîyeta tîpekî gihaştîye hezar lîreyî. Miletê feqîr û belengaz ew ê çawa tîpekî bistîne? Tîpekî, mehekî qîm nake. Ew ê kî ji van zêdebûnan re bibêje ‘bisekine’. Piranîya miletê ku tîpan distînin feqîr in. Hewcebû ku tîpa 12 kîloyî herî zêde bibûna 200 lîre. Daxwaze me ya ji rayedarên dewletê ev e ku bila ji vê karê re çarekî bibînin.”
“Em ji zemên ku ji fîyetên tîpê re têne kirin re çareserîyek dixwazin”
Nezîr Gulsever diyar kir ku ew mehê tîpekî 12 kîloyî diqedînin û êdî bûye rewşekî wisa ku nikarin tîpekî jî bistînin, “Ez bi ereboka desta debara xwe dikim. Ji ber ku mala min ne erdgazîye ez tîpê dişxulînim. Hebûnekî min jî tineye. Îdara malê gelek gelek zor û zehmet bûye. Fatora ceryana min 3 hezar û 500 lîre ye û min niha ji yekî deyn stand û hatim tîpekî distînim. Fîyeta tîpekî 900 lîreyî derbas kirîye. Daîma ji fîyetan re zem tê. Daxwazekî me tenê heye ku bila ji vê rewşê re bibêjin bisekine û van fîyetan bînin xwarê.”
“Ma malîyeta tîpekî çiqas e?”
Yakup Ak ku dikana wî ya tîpê heye weha axivî, “Em bû çend sal e vê karê dikin. Em jî ji zêdebûna fîyetan gilîdar in. Însanên ku têne li vê derê an jî li me digerin dema ku fîyetê hîn dibin dîsa diçin malên xwe, tîp nastînin. Ev jî firotanên me gelek kêm kirîye. Welatîyên ku feqîr in bi rastî jî rewşa wan gelek zor û zehmet e. Piranîya însanên ku tîpan distînin însanên feqîr in. Niha fîyetekî tîpa 12 kîloyî 925 lîre ye. Ma gelo malîyeta tîpekî çiqas e? Ewqas zêde dibe. Dema ku ji destheqê kêmtirîn re zem hat kirin ji fîyeta tîpê re jî 50 lîre, dûre 60 lîre, dûre jî 70 lîre li ser hev zem hat kirin. Divê êdî rayedaran dest bavêjin vê rewşê.” (ÎLKHA)