Artêşa rejima îşxalker a sîyonîst, êrîşên xwe yên li Xezzeyê didomîne.
Li gorî agahîyên ku ji şahidan ve hatine bidestxistin îşxalkeran, doh di seatên serê sibehê de heta niha bi tevî dibistanekî ku sîvîl di nav de bûn û gelek cîhan êrîşê Filistînîyan kir.
Di êrîşên ku bi balafirên herbê û ÎHAyê ve hat kirin de 55 Filistînî şehîd bûn, bi dehan mirov jî birîndar bûn.
Artêşa îşxalê, ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê êrîşên xwe yên bejahî, behr û hewayê didomîne, di êrîşan de 17 hezar û 841 jê zarok, 12 hezar û 298 jê pîrek tevde 46 hezar û 584 mirov şehîd bûn.
Di êrîşan de 109 hezar û 731 kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku hêj bi hezaran cenazeyê şehîdan di bin enqazan û rêyan de mane, ekîbên parastina sîvîl nikarin xwe bighênin wan. (ÎLKHA)