Serokkomarê Libnanê Joseph Avn, piştî ku di 9ê Çileyê de dest bi wezîfeya xwe kir, hevdîtinên xwe yên ji bona ku kabîneya nû bê sazkirin bi komên sîyasî yên di meclîsê de dikir temam kir.

Midûrê Giştî yê Serokkamarîyê Anton Şukayr, daxuyand ku Serokkomar Avn ji bona ku hikûmeta nû saz bike Selamê dawetî Qesra Baabdayê kir.

Hat destnîşankirin ku Serokê UADyê Selam niha li derveyê welat e û ew ê were welat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di hevdîtinên îstîşareyê de ji 128 parlamenteran 84ê wan ji bo Selam, 9ê wan ji bo Necîb Mîqatîyê serokwezîrê berê, 35ê wan jî ji tu kesî re rayan nedan. (ÎLKHA)