Di daxuyanîya ku ji teref Xizmetên Tenduristî ya Ganayê ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku ji meha Cotmeha 2024an vir ve şoba kolerayê belavê 5 wîlayetan bûye.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku li van wîlayetan 4 hezar û 850 weqayên kolerayê hatin dîtin, di şobê de hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane jî derket 40 kesan.

Hat ragihandin ku kampanyaya vaksînê ya hikûmetê berdewam dike. (ÎLKHA)