Li wîlayeta Giravên Riau ya Endonezyayê ji ber barana zêde ya ku bi rojan e tesîrdar e, erd şimitî.
Li bajarê Batam ê Giravên Riau di şimitîna axê de gelek xanî di bin axê de man.
Rayedaran diyar kirin ku ji ber hezazê 4 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku herî kêm 5 xanî hilweşiyane û tê texmînkirin ku barana zêde heta dawîya hefteyê wê tesîrdar be. (ÎLKHA)