Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) ragihand ku li peravên Miyazakî di mezinahîya 6,9an de erdhejek pêk hat.

Erdhej 30 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) mezinahiya erdhejê 6,8 ragihand.

Piştî erdhejê ji bo peravên Miyazakî û eyaleta Koçî hişyariya tsunamiyê hat dayîn. (ÎLKHA)