Wezareta Tenduristî ya Belçîkayê, destnîşan kir ku li welat şoba sermaya ku dihat texmînkirin çêbibe zû dest pê kir, pileya hişyarîyê jî di koda poteqalî de ye ku ew yek pêlekî di bin pileya herî zêde de ye.
Hat destnîşankirin ku ji ber belavbûna vîrûsan, barê nexweşxane û doxtorên malbatan zêde bûne, li mala îxtîyaran jî gelek mirov bi vê şobê ketine.
Wezatera Tenduristîyê, ji mirovên ku nexweş ketine re şîretan kir ku bila dema ku bikevin nav civakê maskeyan bidin ber dev û pozên xwe. (ÎLKHA)