Lijneya Yên ku Hatin Serbestberdan û Êsîrên ku girêdayê Rêxistina Azadîya Filistînê ye û Cemîyeta Êsîrên Filistînê daxuyanîyeke hevpar dan, di daxuyanîyê de destnîşan kirin ku sîyonîstên îşxalker li bajaroka Deyr Îstîya bajara Selfîta ku li bakurê Şerîaya Rojavayê ye êrîşî gelek malan kirin.

Hat ragihandin ku sîyonîstan di serdegirtinan de 70 Filistînîyan êsîr girtin.

Di navbera Filistînîyên ku hatine êsîrgirtin de zarok, pîrek û êsîrên berê yên ku hatibûn serbestan hene.

Li gorî daneyên Komîsyona Êsîrên Filistînê, ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve li Şerîaya Rojava û Qudsê “Bi tevî Filistînîyên ku ji teref leşkerên îşxalkeran ve ji malên xwe hatine girtin, ji nuqteyên lêgerînê hatine girtin û yên ku ji teslîmbûnê re hatine mecbûrhiştin” 14 hezar û 300 Filistînî hatin êsîrgirtin. (ÎLKHA)