40 kîlometre dûrê Quettaya paytexta wîlayeta Belucistanê di kana komirekî de ji ber xazê teqînek pêk hatibû, di encamê de 12 karker di madenê de asê mabûn.
Ekîbên xelaskirinê, destnîşan kir hemû cesedên di madenê de ne hatin derxistin, operasyona xelaskirinê bidawî bû.
Şefê Madenê Abdul Ghani Baloch, destnîşan kir ku xebaêtn xelaskirinê 60 seat berdewam kir, piştî teqînê têketina mezin a madenê hat girtin.
Baloch, ragihand ku roja ewil a teqînê 3 cenaze, roja duyemîn 1 cenaze û îro jî 8 cenazeyên madenvanan hatin derxistin. (ÎLKHA)