Li gorî malpera “Hadshot Lalo Tsenzura” di şerê doh de 7 leşkerên îşxalker hatin kuştin û zêdetirî 33 kes jî bi rêjeyên cuda birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku di nav wan de efserekî payebilind ê bi rutbeya tûgayê jî heye, di encama teqîna di vekirina tunelê de li bakurê Xezzeyê bi giranî birîndar bûye.
Di heman çarçoveyê de malperek din ragihand ku 7 leşkerên kuştî yên yekîneyên cuda ne, çar ji Tûgaya "Nahal", 2 ji Tûgaya "Kfir" û leşkerek jî ji Tûgaya Givatî ne.
Di malperê de hat diyarkirin ku di encama teqîna teqemenîya ku li wesayîta leşkerî ya bêparastin Hummer hatîye kirin de 4 leşkerên sîyonîst mirine.
Artêşa îşxalker di daxuyanîya xwe ya doh de li xwe mikur hat ku di encama kemîna bombebarkirî ya li Beyt Hanûnê ya li bakurê Xezzeyê de 4 leşkerên wan hatine kuştin û leşkerên din jî birîndar bûne ku 2 ji wan jî giran e.
Ev windahîyên hanê di medyaya Îbranî de pirsek li ser şîyana Hamas û berxwedanê ya amadekirina kemînan û pêkanîna çalakîyan tevî operasyonên tund ên sîyonîstan li bakûrê Xezzeyê zêde kirin. Di rastîyê de çapemenîya Îbranî çalakîyên berxwedanê yên doh weke "rojeke herî bi xwîn" a ku artêşa îşxalker bi mehan e li Xezzeyê jiyaye, bi nav kir.
Li gor îtirafên rejîma îşxalke, hejmara kuştîyên artêşa sîyonîst li şer û pevçûnên li bakurê Xezzeyê ji 50î derbas bû û ev yek jî li cepheya navxwe hêrsa li hemberî rejîma îşxalker zêde kir.
Malperên îşxalkeran bi tundî rexne li dagirkeriyê girtin û destnîşan kirin ku daxuyaniyên berê yên "serkeftina nêzîk" ku ji teref Serokwezîrê sîyonîst Benyamin Netanyahu ve hatîye dayîn, ku sîyaseta wî wek "şikestî" binav dikin, ji ber zêdebûna hejmara kuştî û girtiyan ne rast e.
Rojnameya “Maariv” a Îbranî di raporteke berê de eşkere kiribû ku artêşa îşxalker ji ber têkçûna bi hezaran bombeyên ku giranîya wan yek ton li ser Xezzeyê hatine avêtin, rastî zehmetiyên teknîkî hatiye û bal kişande ser wê yekê ku “HAMASê ji cebilxaneyên ku neteqîyane îstîfade dike û ji wan teqemenîyan çêdike.” (ÎLKHA)